ثقافي أدبي مستقل

Jînenîgariya Şehîdê Pêşmerge û Kadroyê girtiyên siyasî( Xalid Yûsif Mihmed Sylvanî ) Nasniya Bavê Kurdo…!

0 61

- الإعلانات -

Romav- Gotar

Gava ku bîranîna berxwedana yek ji wan Lehengên pêşmergeyên wêrek bi me dikeve, ziman nikare qala cesareta dilê wan û mezinahiya navên wan bike ji ber ku ew tenê Nimûneyên qehreman û kêrhatî ne, ji bo bilindkirina gotina rastiyê û pankartekê.

Welatek li Ezmanan, Mezinê Kurdistanê, tê ku giyanên xwe bide Millet û axa xwe bi xwîna zîrek û giyanên pak av bide.

Navê Sêqatî ( Xalid Yûsif Mihemed ) yê ku tê Nasiyar( Bavê Krdo ) li Sal 1955, ji bine Siya Maleka hejar û Kurdperwer , li Gûndê ( Kewashi ) yê bi ser devra Sylaniya ji dayîk bûye û hatiya li serrûyê dunyaye, , û her weha Stûnek ji wan bejnên rêzdar, berz û bilend bû, Xwendina xwe qûnaxa yekemîn dawî kir û Bavê heft Zarokane.

Li Sala1974, li Şorşa Eylûla Mezin bibîte Pêşmerge digel Cenabê Bavê xwe yê Navdar ( Yûsif Miho Hemra Kewashi ) Welneksuya 1975 ,digel Xêzana xwe Aware û Koçberî Welatê Îranê dibît, Ta bighe Sala 1977, vedgerine Êraqê êkser dihêne Nevîkirin,(wate binçavkirin ) bû Başûrê Êraqê Parêzgiha Neçef, li Qeza Abû Sexîr.

her wiha Sala 1978 bi lêbûrînka rejîma Be’iss vedgerine deverê.

” Bavê Kurdo ” Sala 1978 pêwendî bi Rêxestinê nihêniyen Partî diket her wiha Sala 1983 dest bincamdana Çalakiyan diket dinav cergê rejîma Be’iss Xwînmej de, 24 – 3 -1986) digel hendek hevalên xwe ji layê rejîma Be’iss ve dihêne Aşkerkerin û her wisa têne dadgehkirin, li ( Mehkema Sewra ) Dadgiha Şoreşê ) bi Zêndana heta heta yî ( Mûebed ) li Girtîgeha Abû Xêrîb dimînit.

Tîkoşer û Pêşmergê Bavê Kurdo di Zindanê de rastî Êşkenceyên herî tirsanak û giran hatin, û ji pişa wê êşkenceyê Gurçika xwe wenda kir, başî bi lêborîna Giştî Li Sala 1988.

أقرأ أيضاً
1 من 175

- Advertisement -

Serbest dihête Azadkirin, berî Serhildana Bihara Sala 1991 destpêpket Bavê Kurdo Peyîwendiyî bi Hevalên xwe yên Pêşmerge biket û haziriya Serhilana Bajaê Sêmêlê bikin , Wî li Sibeha Roja 14-3-1991- Serkêşiya Serhildanê diket, Komelgiha Mesêrîkê , û Bajarê Sêmêlê ji dar û destên rejîma Be’iss rêzgardikin.

peştî Serhildanê hiya roja çûyîna wî, Çendî peleyên Leşkerî û Partî Wegirtîne weko ( Amer Betilyun .. Amer Hêz .. Amer Fewc wate Artêş .. Endam Nawçe .. Kagêr Nawçe .. Endamê Lijna Raweckarî ya Leqa Heşit Partî dîmokratî Kurdistan li Bajarî Zaxo, û bejdaî dihemî Şerên li Ser Herêma Kurdistanê hatîne Sepandin Kirye kû dwmahîk Şer dijî Rêkxirawa Terorîstî Daiş bûye.

Abû Kurdo kesekî dil pak û Kurdperwer û dilsozê Partî û Rêbaza Barzniyê nemir û Şoreşgerê qada Şoreşa Eylûl û her wisa Mêrxwaz û dilêrê Serhildana Qeza Sêmêl a rengîn bû, lê Sed Mixabnî ve li Roja 25- 3- 2015an- Oxira dûmahî kir.

Piştî Şehadeta wî, bi sedan rûniştevanên bajar, bajarok û gundên nêzîkê Navçeya Sêmêl û her weha Endamên saziyên sivîl û Leşkerî li Herêma Kurdistanê, beşdarî merasima Oxirkirina termê Şehîd û Şervanê Pêşmerge ( Xalid Yusif Mihemed )bûn cîhê bêhnvedana wî ya dawîyê li Goristana Sêmêl, digel Lîlandin û Lorîkên dayikan û baxên kulîlkên Gulan sipartin Axê Kurdistana pîroz . Hezar Silav li giyanê wî yê pak “Bavê Kurdo’, û li hemî Şehîdên rêka azadiya Kurdistana pîroz.

û her weha rûmeta ebedî li rewanê Pêşniyarê bilend yê bi nav û Nîşan, Sewerê Şehîdan û Serkêşê Şoreşan, qehiemanê nemir ( Mûstefa Barzanî ) û Kak Êdrîs her dem Sax û Zîndî di dilê gelê Kurd û Kurdistaniyan de .

EMEL HESEN

 

اترك تعليقا

- Advertisement -